Bestek, demokratîkbûn û Kurd

Li vî wlatî dema qala denokratîkbûnê tê kirin gelê Kurd û daxwazên wan nehatina bîrê ji vê tiştek eletewştir heye? Kuştin, zext, mişextî kirin, ji rastiyekê re ku di nav lê kirinê de bi salane dûdil bûn di gotina pirsgirêkê de yên zor lê tê… Bi gotinên “Pirsgirêka Kurd nîne, pirsgirêka vrayên min ên Kurd heye” em bi xapandinek din re ku wek vekirin, çareserî, bestek bi navkirinê tê ambalaj kirin -êdî bi tîpên “q, x, w” hûn dikarin navên nû zêde bikin- rû bi rû ne.

Wek bestekek xelat demokrasî

Di rojên borî de ne guh da çîroka desthilatî ku ji bo tiştekê neke her tiştî dike û vê carê jî navê wê “besteka demokrasî” bû. Em dikarin vê bibêjin ku êdî peyvên AKP û demokrasî li ba hev komedya reş li bîra girseyên herî hêvîdar jî tîne.

Yên hesabê 6 mirovên di berxwedana Gezî’yê de hatî kuştin ne dayî, yê dibêje min bi xwe ferman daye polêsan ku tivingên rastîn, “gaza îsotê”, ava bifişar”, guleya plastîk bikar bînin, desthilatiyek di derbarê birîndarbûna ji 8000 kesî zêdetir de gotinek biçûk jî nekirî ku besteka dempkratîkbûnê amade kiriye nîqaşkirina naveroka wê em pêkenok dibînin. Lê belê wehdên di bestekê de ji tevgera Kurd re ku bi hikûmetê re rûniştiye maseya çareseriyê û gelê Kurd ê di derbarê pergalê di bendewariya demokratbûnê re hatî dayîn ji hêla rewşa pêvajoyê divê bê nirxandin.

“Perwerde bi zimanê zikmakî karê şeytan e”

Di bestekê de desthilat bi kurtasî wiha dibêje; bi zimanê zikmakî perwerde ne mafe; heya ku ger em bi gotina serokê Encûmena Destûra Bingehîn Burhan Kuzu bêjin karê şeytane, yê perê wê/wî heye zarokê xwe dikare rêbike dibistanek taybet û vê dikare bixwaze.

Bi hezaran siyasetmedarên Kurd ên di girtîgehan de dîl tê girtin ji bo tevlî siyasetê bibin astengiya herî mezin di TMK’yê de me sererastkirinek çênekir, ji ber ku di rewşa niha de bi ser girtiyên KCKê me kesên beşdarî Gezî’yê bûyîn jî terorîst îlankir, rojnamevan hedê xwe nizanin, ev zagonane ji me re pêwîstin.

Me sazkirin çênekir ku wê ravekirina serencama kesên di binçavkirina dewletê de hatine winda kirin û darizandina kirdeyan mîzan bike. Lê rê li ber guhertina navên gund, navçe û bajaran bi kurdî vekir. Belê, 600roje hewe serencama “Uludere” mereq dikir êdî hûn dikarin bêjin Roboskî…

“Çekan berdin an jî wê şeytan dagire”

Ev bestek, wek hewrika ewil ya destûra bingehîn a “demokratîk” hat pêşkêş kirin ku tê gotin di qonaxa çêkirinê de ye. Lê belê koordînatoriya bestekê dan “Şêwirdariya Ewlekariya Giştî” û pirsgirêka Kurd hîn wek pirsgirêkek ewlekarî tê dîtin. Hikûmet, li himber êvajoya neçareseriyê mobîlîzebûna gelê Kurd asteng û PKKê bîne xêza xwespariyê koza bestekê dilîze. Wek mînak, di bestekê de bi formulasyonên cûr be cûr benda hilbijartinê ji nîqaşê re vekirin û dayina çend mafên rewa mînaka vê ye.

Pêşbînîya wê ne zore, wê pêngava bestekê bi nêzîkbûna hilbijartinan re wehda destûra bingehînek nû bişopîne. Bi rastî ji bo gelê Kurd ê ku di serî de hemwelatiya wekhev daxwazên wan bi ewlehiya destûra bingehîn bê mîsoger kirin, destûra bingehîn a nû mijarek pirr girînge. Lê şahîneya AKPê ya bi têma demokrasî hatiye rewşek wisan ku; piçek din em bêhna xwe fireh bikin û li bendê bimînin wê metro bê navçeya me, wê welatê me demokratîk be. Gotina Burhan Kuzu ya derheqê mijara zimanê zikmakî de “Tenê dayika Kurdan nîne, 18 komên qewmî diya xwe bênin emê çi bikin?” derdixe holê ku yên destûra bingehîn çêdikin jî wesema demokrasiyê pênaînin.

Tevî dubarekirinê ger em bibêjin; em bi hikûmetek wisan re li himber hev in ku ji bersivdayîna mafê herî bingehîn ê burjuva demokratîk re jî tengezare. Lê belê azadiyên demokratîk tenê ne mijarek bi qada siyasî sînor kiriye. Demokrasiya rastîn bi bersivdayina mafên kedkaran ên aborî-civakî gengaze; di vê derê de bê veguherînekê mafên siyasî nayê mîsoger kirin. Ji ber vê yekê demokrasî mijarek çînî ye, ji bo maf û azadiyan, têkoşîna çînî jêvenegere.

Yorumlar kapalıdır.