Belavoka Kobanî ya Hewldana ÎDP: Em li cem berxwedana Kobanî ne! DAÎŞ ji herêmê bicehime!

Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAÎŞ), êrîşên xwe yênn li ser gelê Kurd di van rojên dawî de li ser Kobanî zêde kiriye.

DAÎŞ a li ser gelê Kurd, ser hinikahiyên li herêmê, hêzên sekuler û demokrat êrîşên hovane pêktîne, di êrîşên li ser Kobanî de dîsa hewlda komkujîyan pêkbîne, bû sedem ku bi deh hezar kes terka axa xwe bikin. Li dijî vê ciwan û gelê Kurd, şervanên YPG/YPJ, li himber êrîşên DAÎŞ berxwedanek lehengî pêktînin û li dijî DAÎŞ xaka Kurdistanê diparêzin. Wek Hewldana ÎDP em van êrîşîn li ser gelê Kurd şermezar dikin. Hemû gelên herêmê û hêzên şoreşger, bi berxwdana Kobanî re vedixwînin piştgiriyê.

DAÎŞ, bi pişgiriya hikûmeta AKPê jî wextek dirêje .êrîşan li ser Rojava pêktîne. Hikûmeta AKPÊ ya ku li herêmê siyasetek durû, peşverû, rêoltî û nîjadperest dike, destkeftinên gelê Kurd ên li Kurdistan’a Surî ji serî ve weke xetereyeke mezin dît û DAÎŞ jî di nav de, komên Îslamî beralî kir ku ji bo êrîş bikin Rojava. Rûpûşa hikûmeta AKP ku li aliyekê bi “pêvajoya çareserîyê” li Tirkiyê ji gelê Kurd re aşitîyê wad dike, ji aliyê din ve li himber destkeftinên gelê Kurd yên li Sûrî helwestek dijminane nîşan dide, li himber berxwedana Rojava carek din ketiye. Divê hikûmeta AKP destê xwe ji Rojava bikişîne, dawî li dorpêçîya ser Rojava bîne û sînor yekser veke.

Hikûmeta AKP li himber penaberên Kurd ên piştî êrîşên DAÎŞ xwespartin Tirkiyê jî heman durûtîyê nîşan dide. Hikûmeta AKPê pêşî ne xwest penaberan bihewîne, lê piştî serhildana penaberên li ser sînor û ya gelê Kurd ku ji bo piştgirtina penaberan herikî ser sînor mecbûr ma penaberan bihewîne, lê dû re hewl da vê rewşê wek nîşana “mêvanperwerî” ya xwe bikar bîne.

Hikûmet, divê statûya zagonî ya hemû penaberên xwespartine Tirkiyê bipejirîne, bê ferq û cudahî divê yekser alîkarîya mirovî bide penaberan.

Ji hêla din, DYE, bi hênceta hovîtîya DAÎŞê, ji bo şoreşên li herêmê bixeniqîne û sazûmanên noker li ser piyan bihêle li ser herêmê planek nû ya destekarÎya leşkerî pêşxist, vê pêvajoyê de hewl dide xwe li himber DAÎŞ’ê wek “felatker” ê gelan, parêzvanê demokrasîyê pêşwaz bike. Ji bo emperyalîzmê mijar, li himber hovîtîya DAÎŞ’ê ne parastina gelane, parastina sazûmana dagirkerîyê ya Êraqê ye ku piştî serhildana gel hat hejandin û xeniqandina şoreşa li Sûrî, li Rojava berdewamdike. Ne destekarîya emperyalîst, têkoşîna gelên herêmê dikare DAÎŞê tune bike. Ji ber vê yekê li Êraq û Sûrî ne bombebarandina DYE, em mafê biçekbûna gelan diparêzin ku li herêmê himber sazûmanên kujer û DAÎŞê têdikoşin.

Rûdanên dawî carek din nîşan daye ku, têkoşîna gelê Rojava ku ji bo azadîya xwe têdikoşe û têkoşîna gelê Sûrî ku li himber zilma Esad Û DAÎŞê têdikoşe bi awayek ji hev neyê qetandin girêdayî heve û gelên Sûrî û gelê Kurd, tenê bi yekbûna van her du têkoşînan dikare serfirazî bidestxe.

Yorumlar kapalıdır.